REKLAM    

 Xula 75emîn a Festîvala Navdewletî ya Fîlman a bajarê Vinice a Îtalyayê bidawî bû û xwedanê Xelata Oscarê Alfonso Cuaron xeleta “Şêrê Zêrîn” wergirt.

Fîlma “Roma” ku derhênana derhêrê navdar Alfonso Cuaren bû, di festîvalê de hêjayê xelata “Şêrê Zêrîn” hate dîtin, ku çîroka fîlmê behsa serpêhatiyên taxa Mexico City dike û bi zimanê îspanî hatiye tomarkirin.

Herwiha di festîvalê de aktrista brîtanî Olivia Colman jî xelata “Aktrîsta Herî Baş” wergirti ku di fîlma “The Favourite” de rola sereke lîstibû. Ev fîlm behsa Şahjineke sedsala 18an dike.

Aktorê navdar ê cîhanê Willem Dafeo jî xelata “Aktorê Herî Baş” wergirt. Defoe jî di fîlma “At Eternitiy’si Gate” de rola şêwekarê navdar ê cîhanê Van Gogh dilîst.

Herwiha Herweha dernehera navdar Jenefer Kent jî xelata “Lîcneya Dadwerî” ya Festîvala Fîlman a Vinice wergirt, ku ew jî bi fîlma “Nightingale” beşdarî pêşbirkê bibû.

Festîvala Fîlman a Viniceyê yekemîn car sala 1932ê bi serpereştiya hunermendê Giuseppe Volpi di Misurata hate sazkirin.

Hersal di dawiya meha Tebaxê de li girava Lîdo ya bajarê Vinice ya Îtalyayê birêve diçe û yek ji kevintirîn festîvala fîlman a Ewropayê ye.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse