3 yemîn Pêşbirka Şanonivîsiya bi Xelat

0
15
REKLAM    

DBŞT, bi mebesta pêşvebirina nivîskariya şanoya bi Kurdî, ji bo nivîskarên nû bîne pêş, ji bo tekstên nû û nûjen li reperetuara civakî ya şanoya Kurdî zêde bike, pêşbirka nivîsîna şanoya bi Kurdî li dar dixe.

Xelat dê li ser navê nivîskarê şanoya ewil a Kurdî Memê Alan Ebdurrehîm Rehmî Hekarî bêne dayîn. Di pêşbirkê de ti sînorê mijarê nîne, nivîskar dikare bi xebateke nû û xweser beşdar bibe, her weha dikare ji roman, helbest an jî bîranînekê jî nivîsa xwe ya şanoyê durist bike.

Nivîsên ku bo pêşbirkê bêne şandin divê heta dema dawîn a serdana pêşbirkê li ti derî nehatibin weşandin, di ti şanogehan de nehatibin pêşandan û di ti pêşbirkan de xebat nestandibin. Tekstên pêşbirkê divê herî kêm 30 hezar karekterên bêvalayî yên komberzkê pêk hatibin û her nivîskar tenê dikare bi berhemekê beşdarî di pêşbirkê de bike. Dema herî dawîn a bo serlêdana pêşbirkê 22ê Adara 2013yê.

Derhênerê Giştî yê Hunerê yê DBTŞTê Ruknettin Gun derbarê mijarê de daxuyaniyek da û derbarê şertên serlêdanê de agahî dan. Gun, da zanîn ku nivîskarên dil heye beşdar bibin dikarin nivîsên xwe bi CD an jî bi formateke dîjîtal bi destê xwe teslîmî Şanogeha Bajêr bikin, yên ev derfet tunebe dikarin berhema xwe bi riya posteyê bişînin. Gun, aşkere kir ku di desteya hilbijêr de kesên weke Şexmûs Sefer, Berfîn Zenderlioğlu, Nazım Hikmet Çalışkan, Elvan Koçer û Heme Siwar Ezîz hene û weha got, “Tekstên ku xelatê distînin dê ji aliyê Desteya Repertuara Şanoya Bajêr ve bêne nirxandin û weke pirtûk ji nav Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin de bêne çapkirin.”

Gun, diyar kir ku encamên pêşbirkê dê di resepsiyona “Festîvala Şanoyê a Amedê” de bêne aşkerekirin, bigihînin xwediyên wan û weha pê de çû, “Berhema di pêşbirkê de dereca yekê bi dest dixe dê bi 5 hezar, ya duyem 3 hezar û 500 û ya sêyem jî bi 1500 lîreyî bêne xelatkirin.”

Gun, bal kişand ku encamên pêşbirkê dê malpera Şanoya Bajêr de bêne weşandin. Dê bi telefon û e-mailê nivîskarên bi ser ketî bêne agahdarkirin. Nivîskarên serî lê didin navê xwe, navnîşana xwe, kurtejiyana xwe û nimroya telefona xwe di herfeke ku navê rumuz li ser de tevê berhema xwe bişînin. Tekstên ku ev şert tê de poêk nehatibin dê ji pêşbirkê bêne sotin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse